DIRBÊSIYÊ – Îro li navçeya bajarê Dirbêsiyê, bi boneya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo, meşekî hat li darxistin. Bi sedan şênî, xwendekar, endamên tevgerên ciwanan, tevgerên jin û endamên saziyên rêveberiya xweseriya demokratîk tevlî meşê bûn.
Dema meş rawestiya ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê endama Kongra Star bi navê Fatma daxuyaniyekî xwend.
Rêber Apo îsal 75 sal temam dike. Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.