NAVENDA NÛÇEYAN – Xêzeroman ji zarokatiyê heta ciwantiyê, ji salên xwendekariyê heta bi siyasîbûnê, avabûna PKK’ê û dîlgirtina li Girava Îmraliyê qala jiyana Rêber APO dike. Di biyografiya bi wêne de ku wê bi wesîleya rojbûna 75’an bê weşandin, ji devê Rêbertî qala zarokatiya Rêbertî a li Kurdistanê û siyasîbûna piştî salên 1960’î dike. Di pirtûkê de girîngiya ku Rêber APO dide azadiya jinê û teoriyên wî yên mîna pênaseya konfederalîzma demokratîk ku ji bo têkoşîna vê serdemê girîng in, têne destnîşankirin. Her wiha işaretê bi projeya civakî ya demokratîk a li Rojava dike.
Nivîskarê xêzeromanê nivîskar Sean Mîchael Wîlson ê ji Skoçyayê ye ku li Japonyayê dimîne. Wêneyên wê jî ji aliyê wêneçêker ê Kurd Keko ve hatin amadekirin ku li Spanyayê dimîne.
Hate ragihandin ku xêzeroman wê 4’ê Nîsanê bi zimanên Tirkî, Kurdî û Elmanî bê weşandin, her wiha bi zimanên Îngilîzî, Erebî û zimanên cuda jî wê piştre bê amadekirin û weşandin.
Danasîna pirtûka rêzeromanê jî wê li Berlînê bê kirin. Di danasînê de Koma Faraşîn a Govendê wê hunera xwe pêşkêş bike. Reîmar Heîder ê ku gelek pirtûkên Rêberê Gelên bindest Rêber APO bi Elmanî wergerandiye, siyasetmedar Hatîp Dîcle, Estella Schmîd, nivîskarê xêzeromanê Sean Mîchael Wîlson, siyasetmedar Jorn Essîg-Gûtschmîdt, siyasetmedar Dîlek Ocalan, Andrej Grûbacîc, nûnerê weşanxaneya Meymanê Hasan Kanîreş, nûnera Ewropayê ya Sînn Feînê Martîna Anderson, Paûl Kavanagh û hunermend Rotînda wê di danasîna pirtûkê de amade bin.