NAVENDA NÛÇEYAN – Tê gotin komek ciwanên Başûrê Kurdistanê ku ji bo biçin Ewrupayê berê xwe dabûn Tirkiyeyê, ji aliyê polîsên Tirk ve êşkence liwan tê kirin û di encama êşkenceê ciwanek Kurd ê xelkê Başûr jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyan duh ciwanek xelkê bajarokê Şarezûr ya ser bi Silêmaniyê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, li nêzî bajarê Wan ya Bakurê Kurdistanê bi êşkenceyê hatiye kuştin.
Gorî agahiyan, komek ciwan ji Başûrê Kurdistanê bi ser Îranê re berê xwe dane Tirkiye da ku biçin Ewrupayê. Lê li nêzî bajarê Wan ya Bakurê Kurdistanê ji aliyê polîsên Tirk ve hatine girtin.
Hate zanîn ku polîsan êşkence li ciwanan kiriye û di encama êşkenceyê de ciwanê Kurd yê bi navê Ferman Mistefa yê xelkê Şarezûr ya ser bi Silêmaniyê, jiyana xwe ji dest daye.
Tê gotin malbata Ferman ji bo cenazeyê kurê xwe werbigirin, berê xwe dane Tirkiyeyê