AMUDÊ- Li bajarê Amûdê jî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger şahî hat lidarxistin. Beriya şahiyê girseya ku Qada Jinê kom bû û nûnerên saziyan li bajar jî amade bûn, bi karwanekî seyareyan li nava kolanên bajar geriyan. Piştî gera seyaran li pêşiya navenda ciwanan şahî hat lidarxistin.
Bi sedan kesên ku dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin, fîşekên hewayî teqandin.
Şahî li ber staran bi govendê bidawî bû.