HELEPÇE- Di çarçoveya serdana xwe ya bo Başûrê Kurdistanê de, nûnerên Enternasyonalist li gel Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê serdana Helebce û Hewramê kirin.
Di serdanê de aliyên dîrokî û çandî yên herêmê ji wan re hatin vegotin û dîroka têkoşîn, huner û wêjeya herêmê hatin nasandin.
Pêşî nûnerên navneteweyî serdana Helebce û bîrdariya şehîdan kirin û karesata kîmyabarana Helebceyê bi belge şirove kirin.
Ji aliyê xwe ve nûnerên Enternasyonal teqez kirin ku dîtina monumentê ji nêzîk ve ezmûnek cuda û girîng e. Û zanyariyên xwe di warê dîrokî de berfireh kirin.
Hevdem bi amadebûna Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, nûnerên navdewletî serdana Hewraman kirin û girêdayî xwezaya bedew a Hewraman bûn, herwiha semînarek taybet derbarê dîroka Hewraman ji bo nûnerên navdewletî hat pêşkêşkirin