REQA- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Reqayê, Komîteya Ciwan û Werzîşê, Federasyona Werzîşê û Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO li navenda Ciwanan şitil çandin.
Li bajarê Reqayê jî di çarçoveya Pêngava 4’ê Nîsanê de ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve pêşengeha wêneyên Rêber APO hate lidarxistin. Jinên ciwan diyar kirin ku armanca pêşengehê ew e ku jiyana Rêber APO bi wêneyan nîşan bidin. Di pêşangehê de wêneyên şehîdên ciwanan jî hatin pêşkêşkirin. Pêşangeh ji aliyê bi sedan kesî ve hat ziyaretkirin.