QAMIŞLO – Ji bo silavkirina berxwedanê li Bakûrê Kurdistanê û taybet li Wanê ji bo parastina serkeftina xwe di hilbijartinên şaredariyan de li dijî polîtîkayên faşîst ên dewleta Tirk, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo danê êvarê meşekî erebe li darxistin.
Meş li ber Warê Ciwanan dest pê kir û li bajar geriya. Alên Rêber Apo, Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan hatin hildan. Sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Wanê” dihatin berzkirin.
Milet bi coş pêşwazîya meşê kir û bi sayare, motor û bîsîkletên xwe tevlî meşê bû. Ji aliyê gel ve bi sedan fîşek hatin teqandin.
Meş nêzî 2 saet berdewam kir û dîsa li ber Warê Ciwanan bi dawî bû. Beşdaran li wir govend girtin.