QAMIŞLO – Li gulistana 19’ê Tîrmehê ya bajarê Qamişlo, di bin pêşengtiya ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de ji bo pîrozkirina rojbûna 75’emîn a Rêber Apo şahiyekî hat li darxistin.
Dest pê kê şahiyê de li ser navê PYD axaftin hat kirin. Di axaftin de berxwedan û serkeftinê gelê Bakûrê Kurdistanê û bi taybetî li Wanê hat silav kirin û hat dest nîşan kirin ku fikirê Rêber Apo li her derê tê belav kirin. Her wiha, rojbûna Rêber Apo li hemû gelê welatparêz hat pîrozkirin.
Şahî bi coş bi girtina govendên gelerî û teqandina fîşekên hewayî berdewam kir.