REQA – Komîteya Çalakiyên Ciwanan a Desteya Ciwan û Werzîşê li bajarê Reqayê di roja 2’ê nîsanê de kursekî kompîturê vekir. Di kursê de bernameyên wek Word û Excel tên fêr kirin da ku beşdaran bikaribin kompîtur ji bo kar bikarbînin.
Kurs ji aliyê mamosteyên pispor tê dayîn. 12 ciwan beşdarî kurs dibin ku wê nêzî mehek û nîv berdewam bike.