WAN- Muhammed Orhan ê ku di dema çalakiyên protestoyî yên li Wanê de bi wêneyê xwe yê bi ken di rojevê de bû, danê sibê ji aliyê ÇBŞ’ê ya Wanê ve bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin.
Di agahiya ku parêzerê wî Diyar Kesercî li ser hesabê X’ê parve kir de hat diyarkirin ku Muhammet Orhan bê hincet û bêyî delîlên şênber li dijî, wî hatiye girtin.
Parêzera Orhan Kesercî diyar kir ku dê serlêdanên pêwîst ji aliyê wan ve bên kirin.