NAVENDA NUÇEYAN- Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) bi daxuyaniyekê ragihand ku li taxa Îpragazê ya Êlihê şeva 4’ê Nîsanê saet di 01:00 de li hemberî qereqolekê çalakî kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Milîsên me bi teqemeniyên destan çêkirî li qereqolê xistin û teqemenî li wesayita zirxî ket. Polîsên faşîst ên di hundirê wesayitê de ji tirsa reviyan navenda qereqolê. Milîsên me bi serketî ji cihên xwe vegeriyan.”