KERKÛK- Êvara Pêncşemê li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê li parka giştî ya bajarê Kerkûkê, Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (KPA) û jinên ciwan 4’ê Nîsanê cejna jiyanê pîroz kirin.
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan destpê kir, ji bo pîrozkirina 75’emîn rojbûna Rêberê APO 75 dar hatin çandin.
Piştî çandina daran, endama Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Helmet Germyanî, bi boneya meha Nîsanê li beşdarên çalakiyê û tevahiya gelê Kurd û Rêber Ocalan pîroz kir û wiha got “Rojbûna Rêber Apo, beriya her tiştî em li jin, ciwan, gelê Kurd û hemû dostên xwe pîroz dikin. Em ê vê rojê bikin serkeftineke fizîkî ya Rêber Apo. Heta ku Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad nebe, gelê Kurd ranaweste.”
Germiyanî di axaftina xwe de da diyarkirin ku “Di vê rojê de çandina daran tê wateya ji nû ve destpêkirina jiyanê. Çawa ku ji dayîkbûna Rêber Apo îradeyek ji bo gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd afirand, gelê Kurd û tevgera Apoçî tevgereke girêdayî xweza û jîngehê ye Dar û şitil. ji bo me gelek wate ye.”
Piştre jî beşdaran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo, Jin, Jiyan, Azadî, Bê Serok Jiyan Nabe” berz kirin.
Nuçegîhan: Ehmed Kerkûkî