QAMIŞLO – Li Qamişlo, di şahiya 4’ê Nîsanê ya ji bo rojbûna Rêber APO hat li dar xistin de jinekê ciwan soza xwe ya tevlîbûna partî da.
Jina ciwan ku xwest bi beşdarbûna xwe rojbûna Rêber APO pîroz bike navê jînên pêşeng şehîd Bişeng û şehîd Sara rakir û navê xwe kir Bişeng Sara.
Bişeng Sara, di axaftina xwe de rojbûna Rêber APO pîroz kir û got ku di rojekê wisa pîroz de dixwaze soza xwe bide. Jina ciwan banga li hemû jinên ciwan kir ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO tevlî nava refên azadiyê bibin.
Her wiha da diyar kirin ku pewistê her jinek ciwan bibe gerîlayek weke ku Rêber APO dixwaze, ji ber ku Rêber APO dibejê ”Jina bedew jina ku şer dike ye.” Ji ber vê jî lazime hemû jinên ciwan di vir de xweşikbûna xwe bibînin.”
Pîrozbahî bi sloganên “Bijî Serok APO” hat bi dawî kirin.