KASSEL – Li Kasselê di çarçoveya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê de bi pêşengiya ciwanên TekoJIN’ê (Jinen Ciwanên Tekoşer) ji bo zarokan bernameyek hat lidarxistin.
Zarok û gelê welatparêz ên ji bo pîrozkirina 75’emîn salvegera Rêber APO hatin gel hev bi coşeke mezin rojbûna wî pîroz kirin.
Zarokan hest û ramanên xwe ji bo Rêber APO li ser kaxezê xêz kirin, wêne kişandin û name nivîsandin.
Semînera ku TekoJIN Kassel ji bo Rêber APO amade kir, bala zarok û gelê Kurdistanê kişand.
Her wiha jinên ciwan albûma ku wêneyên Rêber APO tê de ji bo giştî Welatparêz re belav kirin.