GRÎGNY – Welatparêz bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ’ê li Komeleya Çanda Kurd a Grigny hatin cem hev.
Ciwanên APO’yi û gelê welatparêz bi boneya 75’emîn rojbûna Rêber APO li sinevizyona ku ji bo Onder APO hatibû amadekirin temaşe kirin.
Sinevizyon ku bi zayîna Rêber APO re çîroka ji nû ve zayîna Kurdan vedibêje, bal kişand ser xwe.
Piştî sînevîzyonê ciwanan bernameya xwe bi govendê berdewam kirin.
Di dawiya çalakiyê de endamên TCŞ’ê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” li ber Gara Trenê ya Grîgny fîşekên hewayî teqandin.