NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwan li gelek deverên Başûrê Kurdistanê ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo çalakiyan li dar dixin.
Bi dehan kes beşdarî vê çalakiyê bûn. Bi sedan dar hatin çandin û gelek semîner li ser jiyan û berxwedana Rêber Apo hatin dayîn û di dawiyê de ji beşdaran re xwarina xwarinê hate dayîn.
Di vê navberê de, li piraniya herêmên Başûrê Kurdistanê ciwanan bi îradeya Rêber Apo 4’ê Nîsanê pîroz kirin û destnîşan kirin ku ew ê bi berxwedana gerîlayên azad têkoşîna xwe bidomînin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê dê têkoşîna xwe bernedin.