MARSÎLYA – Bi pêşengiya TCŞ’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelan Rêber APO şahiyek bi konvoyê hate lidarxistin.
Ciwanan bi alayên Rêber APO û PKK’ê li kolanên Marsîlyayê bi dehan wesayîtan konvoyek çêkirin û piştî konvoyê bi fîşekên hewayî û meşaleyan şahiyek li dar xistin.
Şahî piştre bi dîlanên govendê û diyarîkirina albûma wêneyên Onder APO ji zarokan re berdewam kir.
Di çalakiya ku nêzî 2 saetan dewam kir de timî dirûşmên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.