NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO, li navçeyên Okmeydanî û Beyoglû yên Stenbolê û Taxa Rêhesin a Wanê bi fîşekên hewayî, pankart û pêxistina agir pîrozbahî li dar xist.
YCWK’ê diyar kir ku wan ev pîrozbahî di çarçoveya pêngava “Em xwe rêxistin bikin, bi Rêber APO re azad bibin” li dar xistine.
Daxuyaniyên YCWK’ê yên têkildarî pîrozbahiyê wiha ne.
YCWK Stenbol/Okmeydani
YCWK İstanbul/Beyoğlu
Roja Rojbûnê li “ROJ” ê pîroz be!
“Yekîneyên me yên YCWK Okmeydanî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO bi fîşekên hewayî pîroz kirin. Em rojbûna hemû ciwanên welatparêz û gelê Kurd bi nivîsên li ser dîwaran pîroz dikin. Bi vê minasebetê em careke din radigihînim: Em soza xwe bi Rêber APO re em dubare dikin.”
YCWK Stenbol/Beyoğlu
“Li Beyoglû ya Stenbolê di çarçoveya Pêngava “Em bi tekoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de yekîneyên me 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna gelê Kurd pêşwazî kirin. Piştî fîşekên hewayî 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO bi pankart û nivîsan hate pîrozkirin. Weke YCWK’ê em careke din rojbûna Rêber APO, Rojbûna xwe li hemû ciwan û gelê Kurdistanê pîroz dikin.”
Di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” çalakiyên yekîneyên me yên YCWK Wan’ê!
“Yekîneyên me yên YCWK’ê yên Wan’ê di 3’ê Adarê de li taxa Demiryolu bi leşkerên Tirk ên faşîst ên dagirker re pevçûn derket. li Kurdistanê ji bo dagirkeran û dijmin paşve xistin.
Em careke din berxwedana gelê xwe ya bi pêşengiya ciwanan silav dikin. Çalakiyên me wê li her derê bidomin.”