NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên welatparêz bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO li Edeneyê, Agirî, Elîh, Merdîn û Stenbolê bi şev pîrozbahî li dar xistin.
ADANA –
Yekîneya Şehîd Zana Andok ku li Edeneyê bi awayekî hemwext fîşekên hewayî teqand, rojbûna Rêber APO pîroz kir.
4’ê Nîsanê bi boneya 75’emîn salvegera Rêber APO li taxên Daglioglû û Gulbahar ên Edeneyê bi awayekî hemwext fîşekên hewayî hatin pêxistin.
Ciwanên ku rojbûna Rêber APO weke zayîna mirovahiyê dinirxînin, diyar kirin ku ji bo azadiya fizîkî ya Reber APO ew ê li her derê û her kêliyê çalakiyan li dar bixin.
AGIRÎ-
Ciwanên welatparêz li Agirî hatin cem hev û agir pêxistin. Ciwanan li dora agir rojbûna Rêber APO pîroz kirin. Bi dirûşmeya “Bijî Serok APO” kolanên Agirî tije kir.
ELÎH-
Li Elîhê jî ciwanan bi berdewamî li hemû kolan û taxan pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê li dar xistin. Ciwanan li gelek nuqteyan bi dirûşmeya “Bijî Serok APO” û bi fîşekên hewayî rojbûna Rêber APO pîroz kirin.
STENBOL-
4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê bi pêxistina fîşekên hewayî ji aliyê Ciwanên Welatparêz ve bi coşeke mezin hat pîrozkirin.
MERDÎN-
Ciwanên Welatparêz ên Merdînê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO li 7 navendan bi fîşekên hewayî pîroz kirin. Li Bagokê gelek ciwan hatin cem hev û agir pêxistin.
RIHA-
Ciwanên Welatparêz ên Rihayê bi tilîlî û dirûşmeyên “Bijî Serok APO” rojbûna Rêber APO pîroz kirin.