NAVENDA NÛÇEYAN – Di we demê de her derî rojbûna Rêber APO tê pîroz kirin. Bi çandina daran, gerandina govende û şahiyên her der rojbûna Rêber APO ya rojbûna azadiya gelên bindest tê pîroz kirin. Lê di we 4’ê Nisanê de Jinên Ciwan wek pêşengên gel çalakiyên herî mezin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.
Li Qamişlo, di şahiya 4’ê Nîsanê ya ji bo rojbûna Rêber APO hat li dar xistin de jinekê ciwan soza xwe ya tevlîbûna partî da. Jina ciwan ku xwest bi beşdarbûna xwe rojbûna Rêber APO pîroz bike navê jînên pêşeng şehîd Bişeng û şehîd Sara rakir û navê xwe kir Bişeng Sara.
8 jinên ciwan ên Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ve 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO li çiyayên azad bi tevlîbûna nava refên azadiyê pîroz kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku weke jinên ciwan ên APO’yi saniyeyek jî bêyî Rêbertiya nayê qebûlkirin û wiha hate gotin: “Dîsa em weke jinên ciwan ên APO’yi diyar dikin ku em saniyeyekê jî bêyî Rêbertî qebûl nakin. Em weke jinên ciwan ên Rêber APO diyar dikin ku em ê erk û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi gihandina roja xwe û Rêbertiya xwe pêk bînin.”
26 jinên ciwan 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Çiyayên Azadiyê pîroz kirin û diyar kirin ku di 4’ê Nîsana 2024’an de berê xwe dane rojê, Rêbertî û tevlî refên gerîla bûne, da ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin.
Di daxuyaniyên bi zaravayê Soranî û Tirkî ku hate dayin de diyar kirin ku ew weke jinên ciwan ên Rêber APO tu carî jiyanek bê Rêbertî qebûl nakin û gotin, “Çawa ku di dema komploya xiyanetê de bi hezaran ciwan û jinên Kurd ên leheng herikîn nava refên gerîla û xeta Rêbertiyê; Bi vê biryardariyê em weke 26 jinên ciwan ên Kurdistanê li dijî dagirkeriya ji her 4 parçeyên Kurdistanê serî hildidin, berê xwe didin rojê, Rêberê xwe.”