ANTWERPEN – Rojbûna Rêber APO bi pêşengiya endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN’ê hate pîrozkirin.
Ciwan û welatparêzên ku bi coşeke mezin rojbûna Rêber APO pîroz kirin, sînevîzyonekê ku ji bo Rêber APO hatibû amadekirin temaşe kirin.
Piştî sînevîzyonê li ser esasê amadekariyan mûm hatin pêxistin û pîrozbahiyê dest pê kir. Dayika Sultan, dayika du şehîdan mûm vêxist.
Dayîka Sultan ji bo Rêber APO helbesta Kurdî ya “Silav Ji Roje Re” xwend. Piştî xwendina helbestê ji aliyê dayika Sultan ve dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bi Can Bi Xwîn Em bi Tere Ne Ey Serok” û “Rojbûna Te Pîroz Be Ey Serok” hatin berzkirin.
Li ser vê bingehê ciwanên Apoyî û gelê welatparêz ên ku bi bawerî û wefadariya Rêber APO govend gerandin, heta saetên dereng çalakiya xwe berdewam kirin.
Helbesta dayika Sultan bi wî rengiyê:
Silav Ji Roje Re
Li gel SEROK APO
Di derya rûmetê de
Her roj avjenîkirin e
Ligel SEROK APO
Di germahiya agir de
Bi rojê re girtina dîlane ye
Li gel SEROK APO
Xweş ahenga muzîkê
Û stranên destanî ye
Li gel SEROK APO
Gihiştina enerjiya atomî ye
Ji nûde xwe afirandin dike
Li gel SEROK APO
Di çolistana bê derfet de
Di zelaliya ave de hebûn e
Di dilana azadiyê de
Bi dilekî şewat
Lerizandina bedenê ye
Û
Qîran dîke
HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN
Ligel SEROK APO
Di çolistana bê derfet de
Di zelaliya ave de hebûn e
Di dilana azadiyê de
Bi dilekî şewat
Lerizandina bedenê ye
Û
Qîran dîke
HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN