DÊRAZOR – Bi boneya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrazorê dar û kulîlk çand. Çalakî li Akademiya Şehîd Mihemed Zekeriya Taha (Cemîl Cûdî) bi beşdariya Meclîsa Ciwanên Partiya Sûriyeya Pêşerojê hat li dar xistin.
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.
Her sal, ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo, dar ku weke sembola jiyana domdar tên dîtin, tên çandin.