VILLIERS-LE-BEL – Di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re çareserî” 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber APO li paytexta Fransa Parîsê Villiers-le-Bel hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiya ku bi pêşengiya TekoJIN û Meclîsa Jinê ya Şehîd Evîn Goyî hat lidarxistin de ji bo zarokan çalakî hatin lidarxistin. Çalakiyan bala zarokan gelekî kişand. Zarokan bi dirûşmeya “Bijî Serok APO” rojbûna Rêber APO pîroz kirin.
Albûma wêneyên Rêber APO li zarokan hat belavkirin.
Zarok û gelê Kurdistanê li ser vê bingehê hatin gel hev û li pêşangeha wêneyan û sînevîzyona ku ji bo Rêber APO hatibû amadekirin temaşe kirin.
Di çalakiyê de têkildarî pêngava “Ji Rêber APO re azadî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd” ji raya giştî ya welatparêz re axaftin hatin kirin.
Çalakî bi govend û dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.