NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH Mustafa Dag bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li navçeya Mêrsîn/Akdenîzê ji bo balê bikşînin ser tecrîd û îmhayê li ser Rêber APO û gelê Kurd, garaja kamyonên faşîstan hatiye şewitandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama çalakiyê de 6 kamyon bêkar mane û ziyaneke madî ya giran li garajê ketiye.
Daxuyanî wiha ye;
“Faşîzma AKP-MHP’ê feqîran îstîsmar dike. Li hemberî ked û keda kedkaran, li dijî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sîstema tecrîd û îmhayê pêk tîne.
Grevên birçîbûnê yên li zindanan, berxwedana gerîlayên azadiyê ya li çiyayan û çalakiyên milîtanên me yên Şoreşa Yekbûyî ya li bajaran berdewam dikin ji bo kedkarên Tirkiye û Kurdistanê, ciwan, jin û hemû bindestan dibin hêviyek.
Em leşkerên Şoreşa Yekbûyî, li ser şopa rêberên xwe yên şoreşger, bi helwesta rast a hevalên xwe yên berdêl dane, ji faşîzma AKP-MHP’ê hesab dipirsin!
Me di vê çarçoveyê de çalakî pêk anîn. Weke Milîsên Çiyayê Mûstafa HBDH’ê me li navçeya Mêrsîn/Akdenîzê garaja kamyoneke ku me diyar kir aîdî faşîstan e, bi rêbazên taybet şewitandin. Di dema ku ji kamyonan 6 bûn ax, bi dehan kamyon jî zirara madî dîtin.”
Em careke din diqîrin; Em ê tecrîd û pergala îmhayê ya Îmraliyê hilweşînin!
Bijî Şoreşa me ya Yekgirtî!
Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin!