NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîla TV dîmenekî nû weşand a xistina balafirekî bê mirov “ANKA” a dewleta Tirk a dagirker. Piştî xistina dron, gerîla dest da ser wêranên wê.
Menzîla firînê ya dronên ANKA 200km e, bilindahiya herî zêde 9 kîlometre ye û leza herî zêde 217 kilometre/saet e.
Di 20’ê Adarê 2024 de Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyekê ragihandibû ku bûne xwedî wê derfetê ku karibin SÎHA’yan bînin xwarê.