NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekî nivîskî ragihandin ku ji 8’ê Adarê heya 2’ê Nîsanê 7 çalakiyên leşkerî li dijî çeteyên dagirker kirin û di encamê wan de bi giştî 8 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn û 2 wesayît û motorek hatin rûxandin.
Daxuyanî wiha ye:
“Ji Çapemenî û Raya Giştî re
Êrîşên dewleta tirk a dagirker li dijî herêmên me bê navber dewam dikin, hember van êrîşan rêze çalakiyên şervanên me didomin.
Di vê çarçoveyê de:
Di roja 8ê Adarê de 3 çeteyên dewleta tirk a dagirker di xeta navçeya Şera de xwe nêzî xetê temasê kirin. Hêzên me bersiv dan û di encamê de 2 çete reviyan û çeteyek jî hat kuştin.
Di roja 12ê Adarê li xeta Ma’rê çalakiyek serdegirtinê hat lidarxistin, di encamê de 3 çeteyên dagirker birîndar bûn.
Di roja 20ê Adarê li bajarê Ezazê li ser bendekî çeteyên dagirker çalakiyek taybet hat lidarxistin, di encamê de çeteyek hat kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
Di roja 24ê Adarê de li xeta Ezazê çalakiyek din a seregirtinê hat lidarxistin, di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Dîsa di heman rojê de çalakiyek din ya taybet hat lidarxistin ku di encamê de wesayîtek û motorek hat îmhakirin.
Di roja 25ê Adarê de li xeta Ezazê çalakiyek sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyek dagirker hat kuştin.
Di roja 1ê Nîsanê de li xeta Ezazê hêzên me çalakiyek sekvanî li dijî sekvanekî çeteyên dagirker lidar xistin, di encamê de çeteyek hat kuştin.
Di roja 2ê Nîsanê de li xeta Meryemînê ya navçeya Şera hêzên me çalakiyek taybet lidar xistin, di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn û wesayîtek hat rûxandin. Dîsa di xeta Ma’rê de çalakiyek sekvanî hat lidarxistin, di encamê de çeteyek dagirker hat kuştin.
Di encama van çalakiyan de bi giştî: 8 çete hatin kuştin, 7 çete jî birîndar bûn. 2 wesayît û motorek hatin rûxandin.
06’ê Nîsanê 2024
Hêzên Rizgariya Efrîn”