AMED- Yekiniyên YCWK ya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku di çerçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin”. 4’ê Nîsanê saet di 01:10 de li ser rêya Amed/Bismilê li dijî qereqola bazê ya dijmin li ser çalakiyek hatiye lidarxistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî çalakiyê qereqola bazê bêkar maye.
Yekîneyên YCWK’ê yên Amedê diyar kirin ku her tiştê hêzên dagirker wê bibin hedefa wan.
Daxuyanî wiha ye;
Li dijî îstasyona bazê ji yekîneyên me yên YCWK’ê yên Amedê çalakî!
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de yekîneyên me roja 04.04.2024’an saet 01.10’an li dijî qereqola bazê ya dijmin a li ser rêya Amed/Bismilê çalakiyek li dar xistin. Piştî çalakiyê îstasyona bazê hat rûxandin. Em dixwazin bê zanîn ku her tiştê hêzên dagirker wê di Kurdistanê dê bibe hedefa me û em ê jî bi tundî bersiva hevkaran bidin.