MEXMÛR- Çalakiya nobedê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 263’an de bi biryardariyeke mezin didome.
Vê carê jî endamên Yekitiya Xwendekarên Azad peywir girtin. Piştî nobeda ku duh hate girtin, danê êvarê ji bo çalakgeran çalakiya moralê hate lidarxistin.
Di heman demê de di çalakiya bi boneya rojbûna Onder APO de hate lidarxistin. Dengbêjî û stran ji aliyê hunermendê Kurd Şemdîn û Komal Şengal ve hatin pêşkêşkirin. Di heman demê de koma Kevana Zerîn bi erbane û defê coş li çalakiyê zêde kir.
Piştî stran hatin gotin, çalakî bi gerandina govendê ya çalakvan û mêvanan bi dawî bû.