QAMIŞLO – Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya civînekî berfireh li ser asta kantonê Qamişlo li darxistin. 180 endamên ciwanên PYD di vê civînê de amade bûn.
Di serî de li ser giyana şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê perspektîfên Rêber Apo derbara rola ciwanan de hatin xwendin.
Her wiha, di civînê de rewşa siyasî, rewşa Rêber Apo, rewşa ciwanan, û kar û xebatê ciwanên PYD hatin nirxandin. Piştre rêveberiyekî li ser asta kontonê Qamişlo hat hilbijartin. 12 rêveberên bajaran jî hatin erkdar kirin. Di dawîyê de pilansazîyekî li ser 8 xalan hat dayîn.