HESEKE – Bi boneya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo, Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk dar li baxçeyê meclîsê çandin.
Endamên kurd û ereb ên Ciwanên MSD bi Nûçe Ciwan re axivîn û qala wateya vê çalakiya di çaroçoveya avakirina civakekî ekolojîk (xwezaperwer) li gorî projeya Rêber Apo kirin.
“Di serî de, bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna mîmarê azadiyê, rojbûna xwediyê Netewa Demokratîk, rojbûna Rêberê me, Rêber Apo, li hemû gelê xwe yê welatparêz, gelê xwe yê şoreşger pîroz dikin. Rojbûna Rêber Apo, ji bo me taybet wek ciwan, wek gelê kurd, wek gelê Rojavayê Kurdistanê, rojbûna mirovahiyê ye, rojbûna wekheviyê ye, rojbûna ku em di bin sîwana projeya Netewa Demokratîk de, bi çanda xwe, bi hemû rengên xwe, dengê xwe, di nav civaka xwe de jiyan bikin, bi fikir û felsefeya Rêber Apo, bi bîrdoziya Rêber Apo îro em gihîştin vê astê.
Di bîrdoziya Rêber Apo de, avakirina civakekî ekolojîk di asta herî yekem de ye. Ji bona wê jî, di her salê de, di 4’ê Nîsanê de, wek gelê welatparêz, wek gelê ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe rêxistin dike û jiyan dike, ji bo bikaribin civakekî ekolojîk bidin avakirin, di vê rojê de em daran diçînin. Îro jî wek Meclîsa Ciwanên Sûriyê me dar çandin ji bo ku em bikaribin bi rastî xwedî li projeya Rêber Apo, xwedî li daxwaziya Rêber Apo, daxwaziya avakirina civakekî ekolojî, divê ku em xwedî li xwezaya xwe derkevin. Ji ber ku em xwezaya xwe bi hemû rengên wê bidin xemilandin.
Ji bona wê jî wek ciwan di her salê de em wek erk li ser milê xwe dibînin ku em daran biçînin, civaka xwe şîn bikin. Ji bona wê jî di vê rojê de wek Meclîsa Ciwanan me dar çand. Ne tenê wek ciwan, divê hemû gelê Rojavayê Kurdistanê, hemû gel ku baweriya xwe bi avakirina civakekî ekolojîk heye, divê ku di vê rojê de xwezaya xwe hîn zêdetir şîn bikin û daran biçînin.
Dîsa em dibêjin rojbûna Rêber Apo, roja 4’ê Nîsanê li hemû ciwanên cîhanê em pîroz dikin, li hemû gelê xwe yê welatparêz em pîroz dikin û em dibêjin îro me rojbûna Rêber Apo pîroz kir, lê hîn êseke di dilê me de ku em rojbûna rêberê xwe beyî wî pîroz dikin. Ji bona wê jî em her li ser vê hêviyê, li ser vê esasî kar û xebatê xwe didin meşandin ku em sala bê bi rêberê xwe re fîzîkî jiyan bikin û em bi hev re li welatê xwe daran biçînin û em bi hev re civakekî ekolojîk bidin ava kirin.”