QAMIŞLO – Bi boneya rojbûna Rêber Apo, Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo bi sedan broşûrên derbarê jiyana Rêber Apo li gel belav kirin. Ev broşûr ji aliyê “Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan” ve hat amade kirin.
Broşûr li bazarê bajêr û cihên ku gel tê de kom dibe hatin belav kirin. Hedefa vê çalakiya kişandina gel li ser xeta welatparêziyê û tekoşîna azadiyê.
Rêber Apo di sala 1949’an li gundê Amara ya girêdayî Riha di malbatekî feqîr de ji dayik bû. Rêber Apo ji temenekî biçûk dest bi lêgerîna jiyana azad û bû rêberê tekoşîna gelê kurd û gelên azadîxwaz.