HESEKÊ – Îro di dema nîvro de li bajarê Hesekê ji aliyê endamên Yekitiya Jinên Ciwan ya we bajarê Komxebatekê li ser 3 zayîna Rêber APO hat li darxistin. Bi vesilêya rojbûna Rêber APO jiyana Rêber APO û 3 zayîna Rêber APO ji Jinên Ciwan dayîna nasin çêbû.
Bernameya Komxeebatê bi daqaekî rêzgirtin ji bo tevahî şehîden Şoreşê despê kir.
Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Hesekê Medya, axaftina despêka Komxebatê kir û li ser Jiyana Rêbertî û bal kişand ser keda Rêbertî ji bo azadkirina Jin û Jinên Ciwan. Piştî wê Dahûrandina Rêbertî a ku li ser 3 zayînê pênase dike hate xwendin. Di berdewamiya bernameya Komxebatê de ji Endama Kongra Star Koçer Hûseyin seminerêk ser jiyana Rêber APO û avabûna Rêbertiyê da.
Piştî ku sinevizyonekê li ser jiyana Rêber APO hatiyê temaşekirin Jinên Ciwan nêrîna xwe anîn li ser ziman û diyar kirin ku ji jiyana Rêber APO û ji fikîr û felsefeya wê gelekî bandor bûnê.
Çalakî bi dirûşemya ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ dawî bû.