HESEKÊ – Reverberiya Komîteya Perwerde ya Kongra Star a Hesekê Koçer Hûseyîn bi ajansa me re li ser Komxebata ku li ser 3 zayîna Rêber APO ku ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan hate lidarxistin nerînên xwe anî ser ziman û got:
“Me îro wekê Komîte û hem jî wek Jinên Ciwan komxebatekê lidarxist li Kantona Hesekê. Komxebata me li ser asta Kantona Hesekê, ji hemû navçeyên Kantona Hesekê beşdarbûn hate çekirin. Hem ji bo pêkhateya me ya Ereb, hem ji bo pêkhateya me ya Kurd.
Komxebata me bi kelîyekê bêdeng despe kir. Piştî wê ser jiyana Rêber APO semîner hate dayin. Heman demê de sinevizyonêk derbarê jiyana Rêber APO hat pêşkeşkirin ji bo beşdaran.
Di nava vê Komxebatê de nerîn û pêşniyar gelekî derketin. Ji xwe Komxebata me li ser rojbûna Rêber APO, 4’ê Nisanê bû. 4’ê Nisanê ne tene rojbûna Rêber APO ye, rojbûna Rêber APO rojbûna hemû gelên bindest e ku bi hezar salanê hertim bindestiyê jiyan dikin. Hertim jiyanekê kolê jiyan dikin. Lê bi 4’ê Nisanê bi hatina Rêber APO li dûnyayê bû çirûska azadiyê. Di tewahî dûnya yê edî ronî da û hertim bû hevî û vîn ji hemû gelên bindest re.
Ji bo vê yekê jî peşniyarên di nava Komxebata me ya îro, ji aliyê Jinên Ciwan hatibû diyar kirin ku pewiste em wekî Jinên Ciwan bi hemû saziyên ku di navçeyan de, di Kantonan de ku tensîqek berfirehtir were çekirin ku hemle, ji bo em azadiya Rêber APO ya fîzîkî misoger bikin.
Heman demê de ji bo hilweşandina tecrîda ku ser Rêber APO ji 15’ê Sibata sala 1999’an heta roja îro de tê ferzkirin ku bi rengekê ku tê xwestin hevdîtin neye çêkirin. Bi taybet di 2015’an de tecrîd ser Rêber APO zêde bûye. Ji zêdetirî 2 salan tu agahî ji Rêber APO tine ye. Ji ber ve yekê peşniyarê yek jî ev bû ku em despê hemlêya bi tensîk ji hemû saziyên re bikin.
Ji bo hemû kesen ku cihe xwe di nav kar û xebat digrin bi fikîr û felsefeya Rêber APO pewiste hertim pareznameyên Rêber APO bixwînin û bi wî despê bikin. Bi rastî jî edî dema ku em derketin meydana, em derketin qadan bi dengê xwe, bi rengê xwe helweste xwe ji bo hemû tevahiyên cihanê diyar bikin. Edî em bejin ‘Dem dema azadiya Rêber APO ye, edî bese ji tinekirinê. Edî bese ji tecrîde re.’
Ji ber ve yekê dengê me, an peyama me ev e ku ji bo hemû ciwanên ku li cihanê heye, ji bo hemû partiyên ku heye edî em yekitiya xwe avabikin û yê ku hatiye avakirin jî em bihêztir bikin. Sala 2024’an de azadiya fîzîkî ya Rêber APO em mîsoger bikin.”