EDENE- Xwendekara zanîngehê Serbu Ece (22) duh bi şev dema li Taxa Beyazevler a navçeya Çukurova ya Edeneyê li wesayîta xwe siwar dibû, rastî êrîşa çekdarî ya kesekê nasnameya wî nehat zanîn hat. Êrîşkar ji cihê bûyerê reviya.
Ece ji lingê xwe birîndar bû û piştî mudaxileya ewilî rakirin nexweşxaneyê. Faîlê bûyerê hêj nehatiye girtin.