NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tetwanê li gel hilbijêrên xwecihî û hîleyên AKP’ê jî DEM Partî bi rêjeyeke bilind a dengan bi ser ket. Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol diyar kir ku ew dilsozê hemû sozên xwe ne.
Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol ji ANF’ê re axivî û got, “Ji roja destpêkê ya em daketin qadê û vir ve îdîayeke me hebû, me got em ê bi dengekî bilind di vê hilbiljartinê de bi ser bikevin. Bi 6 hezar dengên zêde em bi ser ketin. Em spasiya gelê xwe dikin. Bi rastî jî gelê me li hemberî sîstema otorîter bêzar bûbû. Me jî hewl dan ku bibin dengê wan û dawiya dawî em bi ser ketin.”
‘EM DILSOZÊ SOZÊN XWE NE’
Erol diyar kir ku ji bo her tiştên di pêvajoya hilbijartinê soza wan da, ew ê gelekî hewl bidin, lê belê weke karê destpêkê ew ê sûcên şaredariya AKP’yî eşkere bikin û got, “Her tiştên ku di pêvajoya hilbijartinê de me soza bicihanîna wan dan, em ê bi hesasiyetê bi cih bînin, em ê hewl bidin sozên xwe pêk bînin. Têkildarî dema derbasbûyî em ê lêpirsînekê bidin destpêkirin. Vê lêpirsînê bi rengekî serketî bi encam bikin û encamên wê jî bi gelê xwe re parve bikin. Ya duyemîn jî bajarê me gelekî qirêj bûye. Gelek tişt hene ku divê lê bêne kirin. Em ê wan bikin. Me pirsgirêka xwe ya avê anîbûn ziman, em ê li hemû taxan lêkolînên xwe bikin û pirsgirêk çi be em ê tespît bikin û çareser bikin. Em ê hewl bidin bajarekî ji ava paqij ava bikin û pirsgirêka trafîkê çareser bikin. Em ê wesayitên girseyî yên li nava bajêr birêxistin bikin. Ji bo dema kurt, navîn û dirêj planên me hene.”
BI FERASETA ŞAREDARIYA CIVAKÎ
Erol destnîşan kir ku bi feraseta şaredariya civakî wê xizmetê ji bajê re bikin û ji bo vê jî bi jin û ciwanan re hevkariyê bikin. Erol got, “Her tiştên ku me têkildarî şaredariya civakî gotin, em ê bikin. Febrîqeya nan, nuqteyên belavkirin, her tiştên me ji bo ciwanan gotin em ê li gorî daxwazên ciwanan pêk bînin. Em ê projeyên rêya peravê bi cih bînin. Vê yekê jî em ê bi ciwanan pêk bînin, li gorî pêşniyarên wan em ê bi cih bînin.”
WÊ BI KARÊN NELIRÊ NEYÊ BÎRANÎN
Erol ragihand ku bajarê Tetwanê wê bi karên nelirê neyê bîranîn, wê bajarekî welê ava bikin ku paqij, demokratîk, hurmet ji mafên mirovan re tê dayin û sûc lê nîne. Erol diyar kir ku desthilatdarî ji bo her qadê bi dest bixe serî li hîleyan da û bal kişand ser rewşa li navenda Bedlîsê. Erol got, “Karên nelirê yên di sala 2019’an de li Tetwanê kiribû, li navenda Bedlîsê jî kirin. Em dibînin ku hem dengên nederbasdar gelekî zêde ne, hem jî dengên ji partiyên din re hatibûn dayin li ser AKP’ê hatin qeydkirin. Vê desthilatdariya despotîk ev yek anî serê Bedlîsê. Li hemberî vê yekê têkoşîn wê dewam bike.”