HESEKE – Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a kantona Heseke civînekî berfireh bi dirûşmeya “Bi ruhê ciwanên Apocî emê dîwarên Îmraliyê hilweşînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” lidarxistin.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyana şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre jî xalên civînê ji beşdaran re hatin xwendin û civîn bi xwendina perspektîfên Rêber Apo destpêkir.
Piştî vê yekê rewşa siyasî hate nirxandin û rapora giştî ya ciwanên PYD hate xwendin. Tê de zehmetiyên ku ji aliyê ciwanan ve tên kişandin û bandorên neynî yên şerê taybet li ser ciwanan hatin nîqaş kirin. Hat destnîşan kirin ku ev pirsgirêk bi hişyaririna civakê û ciwanan, bi dayîna dersan û pêşkêşkirina dîmenên derbarê xeterî û bandorên şerê taybet li ser ciwanan dikarin werin çareserkirin.
Her wiha, rewşa rêxistinî ya ciwanên PYD û çawaniya pêşxistina rêxistinê û derbaskirina wan zehmetiyan hat nîqaş kirin.
Beriya bidawîbûna civînê 22 berdevk hatin hilbijartin ku wê xebat li ser asta kantona Hesekê bidin meşandin.