MARSÎLYA – Ciwanên Meclîsa Şehîd Tîjda Ekecîk ya CKF’ê ya Marsîlyayê ji bo hemleya ‘Ji bo Rêber APO azadî, ji bo pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku di 10’ê Cotmeha 2023’an de dest pê kir îro standekê ji bo Rêber APO li parka Longchamp’ê ya bajarê Marsîlyayê vekirin û pirtûkên Rêber APO xwendin. Endamên Meclîsa CKF’ê bi we çalakiyê de dixwazin balê bikişînin ser hefteya rojbûna Rêber APO û pirtûkên Rêbertîn bidin naskirin.
Di we standê de broşurên ser tecrîda mutleq û tecrîda ku li ser Rêber APO tê meşandin, jiyan û paradîgmaya Rêbertî hatin belavkirin. Derdora standê pandkarta hemle û pankartêk bi zimanê fransî ya ‘Em pirtûkên Rêber APO dixwînin’ ku ji aliyê ciwanan hatibû amadekirin dalaqandin. Ciwan bi tîşortên ji bo Rêbertî tevlî çalakiyê bûn.
Ciwan bihevra 3 saetan pirtûka Rêber APO xwendin û xwe bi wî rengî kûr kirin. Bi çalakiya xwe ciwan tecrîda ku li ser Rêber APO tê ferz kirin û dîlgirtina Rêber APO şermezar kir û diyar kirin ku di 3 salên dawiyê de tu agahîya Rêber APO nehatiyê girtin. Ciwan jî tespît kir ku bi tecrîda Rêber APO ku fikîr û paradîgmayekê nû weke rizgariyekê li hember wê pergala kapîtalîst avakir, li cîhanê krîz û kaos kûr dibe û gotin: “Em dikarin di çarçoveya rêya ku Rêbertî di pirtûkên xwe de nîşan daye de Modernîteya Kapîtalîst têk bibin. Sosyalîzm tenê bi Konfederalîzma Demokratîk dikare berfirehtir bibe. Yekane çareseriya kaosa heyî fikrên Rêber APO ye. Ji bo jiyaneke alternatîf divê Rêber APO bi awayekî fîzîkî azad bibe.”
Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Ciwanên Şehîd Tîjda Ekecîk a CKF’ê ve hat organîzekirin, bala xelkên Fransî û gohdarên derdorê kişand. Ciwanan careke din rojbûna Rêber APO pîroz kirin û destnîşan kirin ku ev hişmendiya ku bala xelkên Fransî û gohdarên dikişîne wê hê zêdetir belav bibe.