ANTORPEN- Li bajarê Antwerpen ê Belçîkayê bi pêşengiya Komîteya Ciwan û Civaka Kurd çalakiya Roja Çanda Kurd hate lidarxistin. Hat diyarkirin ku armanca sereke ya çalakiyê ew e ku bi rêk û pêk danasîna çanda Kurd û gelê Kurd bi dostên me yên Belçîkayî re bi awayekî rast were nasîn.
Li ser şêwaza jiyan û çanda Kurdan, pêşengên wan, nêzîkatî û polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdan agahî hatin girtin û agahî hatin dayîn.
Pêjgeha dewlemend a Çanda Kurdî jî bi xwarinên herêmî û şîrîniyên amadekirî hatin nasandin. Cilên herêmî yên ku ciwanan li xwe kiribûn bala dostên Belçîkî kişand ser xwe. Dostên Belçîkayê bi ciwanên ku bi mûzîka kurdî û folklorê balê dikişand, di govenda dîlanê de bûn û şevek xweş derbas kirin.