REQA – Îro danê sibê Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Reqayê ji bo bîranîna şehîd Bişeng Brûsk, Sara Hogir, Bager û Tolhildan Qendil ku li çiyayên Kurdistanê di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, bîranînekî mezin li dar xist.
Bîranîn bi pêşwazîkirina mêhvan ji aliyê endama Komîteya Sporê ya Dibistanan a Meclîsa Werzîşê ya Reqayê Sanaa Hasso ve destpê kir.
Piştî wê dayika şehîd Gerîla Çiya axivî û behsa şehîdan, têkoşîna wan û berxwedana gerîlayên li çiyayan kir û diyar kir ku şehîd bi berdewamiya tekoşînê sax in.
Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan bi navê Feyrûz axivî û qala şehîdan, mezinahiya wan û fedekariya wan a ji bo azadî û tunekirina dijmin kir.
Piştî wê sînevîzyonekî li ser jiyana her du şehîdan Sara û Bişeng û sînevîzyonekî li ser hêzên gerîla hatin nîşan dan.
Bîranîn bi qîrîna dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.