KERKÛK- Bi nêzbûyina cejna Ramazanê ji aliyên Ciwanên Welatparêz ên Kerkûkê goristana şehîdên ku tevlê şerê Rojava bûne û bi fedaiyane şer kirine û gihiştine şehadetê hatin nû kirin.
Ciwan di danê siharê derketin û goristanan yek bi yek goran paqij kirin. Her wiha nivisa navê şehîdan ku bi demê re hatibû jêbirin dubare hatin nivisandin. Her wiha ji aliyê ciwanan ve ji bo her gorekê yek bi yek av hat dayîn.
Piştê wê ber bi evarê ve ciwan ji bo bîranîna tevahî şehîdan li goristan dubare kom bûn û li ser her gorekî muman pêxistin.
Ciwanan dan diyar kirin ku şehîd ew kesin ku rêya me ronî dikin. Her wiha hat gotin ku pêwiste ciwan ew rêya hatiye diyar kirin de bimeşin û bigihejin heqiqet û azadiyê.
Bîranin bi sloganên “Şehîd Namirin” hat bi dawî kirin.