NAVENDA NÛÇEYAN – 20’ê Nîsanê li bajarê Basel ê Swîsreyê Konferansa Rêbertî û Ciwanan wê bi dirûşme “Divê Em Çawa Bijîn?” bê lidarxistin.
Konferansa ku wê li ser dîroka civaka Kurd a heta îro û bi taybetî jî pirsgirêkên koçberiyê yên ku di van demên dawî de bi destpêkirina Polîtîkaya Şerê Taybet a Kurdistanê derketiye holê, bi perspektîfên Rêber APO re çareseriyekê pêk tîne.
,Her wiha dê çareseriya azadiya derewîn û kûrbûna pirsgirêkên civakî yên ku ji aliyê Ewropa, navenda Modernîteya Kapîtalîst ve hatine afirandin, bên nîqaşkirin.
Ji bo konferansa Rêbertî û Ciwanan a ku wê bi dirûşme “Çawa bijîn?” bê lidarxistin, hemû ciwanên li jiyaneke azad, xweş û alternatîf digerin vexwend.
Agahdariya navnîşan û tarîxê;
Navnîşan: Elsässtrasse 215, 4056 Basel
Dîrok: 20/04/2024 – 13.00