ELMANYA- Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ên li Ewropayê TekoJIN, di çarçoveya paradîgmaya Rêbertiyê de li ser bingeha dîroka Kurdistanê, ji 6’ê Nîsanê destpê kir û di 8’ê Nîsanê de bi dawî bû, bi jinên ciwan re perwerdeya 3 rojan li dar xist. Ciwanan diyar kirin ku Rêber APO rastî û dîroka Kurdewarî ya ku dihat xwestin were tunekirin careke din derxiste ser dika dîrokê û diyar kirin ku Kurdistan dergûşa mirovahiyê ye.
Jinên ciwan ên ku di bêhnvedana perwerdeyê de çalakiyên civakî û atolyeyên cuda li dar xistin, bi boneya hefteya rojbûna Rêber APO bi çandina şitilan pîroz kirin. Ciwanan bal kişandin ser hemleya “Ji Rêber APO re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk” ku di qonaxa 2. de ye û Da zanîn ku divê Pêngava 2. a hamleya azadiyê bi serketinê bi dawî bibe û Rêber APO azadiya fîzîkî bi dest bixe.