ŞEHBA – Li kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya Şehbayê di bin pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê de çaremîn festîvala Amara ya çandî û hunerî gihîşt roja xwe ya dawî. Ev festîval di bin dirûşmeya “Bi Rihê Şehîdan Em ê Şoreşa Çandê Pêk Bînin, Azadiya Rêber Apo Misoger Bikin” de hat li darxistin.
Di dest pê kê bername de deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna giyana şehîdan hat girtin. Piştî wê endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Şehba yê bi navê Zulfeqar axaftina vekirinê kir û pêşwazîkirina mêvanan kir.
Piştre koma dîlanê ya dibistana şehîd Kendal hat pêşwazîkirin. Her wiha koma şehîd Îlan Dara û koma Nûcan Serdoz ya jinên ciwan hatin pêşwazîkirin û gelek stran li ser berxwedana gerîla gotin. Li rex wê jî komên govendê yên şehîd Reşîd û şehîd Vejîn hatin dîlanên xwe yên gelerî pêşkêşkirin.
Piştî wê hunermendên TEV-ÇAND Ferhad û Zîlan gelek stran gotin. Di heman çarçoveyê de koma Kevana Zêrîn a stranan a şehîd Hêva hat pêşwazîkirin. Grûpa Mêrkut a govendê û straneke ferdî ji aliyê hunermend Kemal ve hatin pêşwazîkirin û festîval bi govend û coş berdewam kir.
Di dawiya festîvalê de jî giropên ku beşdarî festîvala Amara bûne ji aliyê komîteya amadekar ve hatin xelatkirin.