NAVENDA NUÇEYAN- Rêza fîlma Netlix’ê “Problema 3 bedenan/3 Body problem nijadperestên Tirk dîn û har kirin.
Rêza fîlm yek ji 3 kesên cîhanê rizgar dikin, jineke Kurd a li Reqayê li dijî DAIŞ’ê şer kir, nîşan dide.
Ev qerekterê jina Kurd a Leyla Aric wekî rizgarkara cîhanê di civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de didin nasîn.
Vê yekê jî tevî nijadperestên Tirk, dewleta Tirk eciz kir.
Rayedarên Tirk li ser rêze-fîlmê eciziya xwe ragihandine Netflix ê.