NAVENDA NÛÇEYAN – Duh di saetên sibehê de carek din agir bi bazara Lenge ya Hewlêrê ketibû. Ji ber şewatê zêdetirî 60 dikan şewitîn. Şevê din di saetên dereng de komeke tundrew û nîjadperest ya Tirk bi navê Rêxistina Peymana Mîllî bi daxuyaniyekê berpirsyartiya şewata li bazara Lengê girt ser xwe.
Duh di saetên sibehê de li bazara Lenge ya Hewlêrê şewatek mezin derketibû û zêdetirî 60 dikan şewitîbûn. Piştî sê saetan şewat hatibû vemirandin.
Şeva borî di saetên dereng de komeke tundrew û nîjadperest ya Tirk bi navê Rêxistina Peymana Mîllî daxuyaniyek belav kir û berpirsyartiya şewata li Lengê girt ser xwe.
Di daxuyaniya koma tûndrew û nijadperestên Tirk de tê gotin: “Me agir bi dilê Kurdên tirsonek xist, me li 16 cihên cûda yên bazarê agir pêxist û tine kir.”
Hêjayî bibîrxistinê ye beriya niha jî li bazara Ehmed Axa ya Kerkûkê, bazara Lenge ya Hewlêrê û bazara Çelê ya Dihokê şewat derketibûn û ziyanek mezin bi dikanên welatiyan gihiştibû. Piştî van her sê bûyeran jî heman koma tûndrew û faşîst ya Tirk berpirsyartiya bûyerê girtibû ser xwe û gotibû: “Evane herêmên me ne, emê vegerin û ala Tirkiyê li wan herêman bilind bikin.”
Çavkanî: Rojnews