NAVENDA NÛÇEYAN – Gerîla TV belgeyên çalakiya Girê Cûdî parve kir û gotin:
“Çapamenî û Raya giştî re!
4’ê Nîsanê saet di 08:55’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li hemberî dagirkerên ku xwestin teqemeniyan bixin tunelên me yên şer, bi taktîka sabotajê çalakî hate kirin.
Hêzên me heman demê de bi çekên ferdî dest li dagirkeran werdan. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jÎ birîndar bûn.
Ji ser dagirkerên hatin cezakirin çekeke ferî ya MPT-55, dûrbîna li ser çekê, 2 berçavk û fenera li ser serî hatin desteserkirin.”
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin, “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bênavber darbeyan li artêşa Tirk a dagirker dixin. Artêşa Tirk a dagirker 4’ê Nîsanê yekîneyeke xwe ya taybet a ku hemû serpel bû şand ser tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me ev dagirker xistin bin kontrola xwe û destpêkê bi sabotajê lê dan, piştre jî bi çekên ferdî dest li wan werdan. Hêzên me çekeke ferdî ya bi tîpa SAR-56 û alavên wê ji ser dagirkerên hatin cezakirin rakirin. Lê belê artêşa Tirk a dagirker mîna her carê windahiyên xwe yên li vê derê jî veşart. Hate tespîtkirin ku çeka ferdî ya SAR-56 bi nûmaraya TCK 1102-22CK00541 e ku ji ser dagirkeran hate rakirin. Em rastiya ku medya şerê taybet û artêşa dagirker veşartiye bi wêne û dîmenan bi raya giştî re parve dikin.”
HPG’ê têkildarî çalakiyan û êrîşên dagirkeriyê jî ev agahî da:
“Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;
4’ê Nîsanê saet di 10:05’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê sîstemeke radarê û sîstema kamerayê ya mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hatin îmhakirin.
8’ê Nîsanê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê projektorek û sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hatin îmhakirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
5’ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
5’ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
6’ê Nîsanê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
Di navbera 4’ê Nîsanê û 8’ê Nîsanê de li herêma Metînayê qadên Serê Metîna, Banka, Bêşîlî 8 caran, li herêma Xakurkê qadên Girê Berbizina, Girê Şehîd Hawar, Girê Şehîd Şerîf, Xinêrêya Jor 8 caran, li herêma Garê qadên Girê Kun, Deşta Kafya, Gûzê 7 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê Bahar 14 caran bi giştî 37 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
5’ê Nîsanê qada Lolanê ya herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.”