NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî hilbijartina li Tirkiyê dewleta Tirk a dagirker careke din da diyar kirin ku ev rejîma faşist ji bo bigihe encamê tu sînoran nasnake.
Kîjan rêbaz hebe ji bo gel bitirsînê û binbixe dinirxine her wiha çî rêbaz hebe ji bo desthilatdariya xwe bikarbine bidomine bi kar tîne.
Li Bakûrê Kurdistanê pevajoya hilbijartinê de ev yek carekedîn derket holê. Hezaran leşkerên xwe anî li bajarên Bakûrê Kurdistanê. Hezaran kesî ji bo dengê xwe bidin AKP û bi vî rengî encamê hilbijartina DEM Partî bandor bikin, birin li bajarên Kurdîstanê. Kesên ku li hember vî bêadaletbûyînê û faşizmê rebû jî darb kirt an jî binçav kir, ji bo ku dengê xwe dernexinin bi xistina zindanê re tehtîd kir. Taybet ciwanên ku bi awayekî aktîf ketin kolanan bi wî rengî xwestin nêrazîbûyina xwe diyar bikin, hatin binçavkirin.
Li Başûrê Kurdistan jî bi rêya dîplomasiyê dewleta Îrakê û hukumeta qirêj ya Başûrê Kurdistan dixe dewrê ji bo careke din operasyona dagirkirinê despê bike. Çeteyên bi navê arteşa îraqê û bin ala hukumeta KDP’ê ji bo operasyona dagirkirinê bi cih bike ku li hember gerîlayên azadiya Kurdistanê û Rojhilata Navînê şer bikin. Aliyê din bi şewetandina Sûkên Lenge ya Hewlerê, sûkên li Duhokê û Kerkûkê dixwazê gel bitirsînê û xeyala xwe ya Osmaniya nû pêk bîne.
Li ser Rojava’ya Kurdistan bi rêya ajankirina ciwanan, keşîf û tevgera çeteyên, bi ambargo û qutkirina avê dixwazê îradeya gelên welatparêz bişkînê û ciwanan mecbûrê koçberiyê bike.
Lê gerîlayên Qada Berxwedanê bi çalakiyên xwe carekê din dan diyar kirin ku, tu car hêzên HPG’ê û YJA-Starê nahêlin ev dijminê qirêj û hov bi hevkariyên xwe ala xwe ser axa Kurdistanê rabike. Tu car nahêlê ku cihên azad bibin cihên dagirkeran.
Ciwanên welatparêz jî wê dizanin û bi cejna 4’ê Nîsanê helwesta xwe li hember êrîşên dagirkeriyê nîşan dan û berdewam nîşan didin. Li Bakur heya Rojhilatê Kurdistanê derketin qadan û rojbûna Rêber APO pîroz kirin. Di wê rojê de bi giştî 35 Jinên Ciwanên her çar parçe Kurdîstan tevlî Rêber APO bûn.
Di 4’ê Nîsanê de tevlÎ Rêber APO bûn û wek Jinên Ciwan pêşengtî kirin. Carekê din hat îspat kirin ku rejîma dewleta Tirk a faşist tû car nikare vî gelê ku bi pêşentiya Jinên Ciwan û Ciwanan de diherike, binbixe.