NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Cejna Remezanê bi serdanên Pakrewangehan destpê kir. Di berbanga sibehê de li bajarên Dêrik, Til Koçer, Til Hemîs, Til Birak, Tirbesipiyê, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hesekê, Şedadê, Hol, Dêrazor, Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê, Efrîn-Şehba, taxên Şêxmeqsud û Eşrefiye yên Helebê serdana Pakrewangehan hat kirin.
Li Mexmûrê jî piştî nimêja cejnê şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî çûn ser goristanê û ji wir jî derbazî Saziya Malbatên Şehîdan bûn. Li vir kom dibûn û bihevra cejna pîroz dikirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê jî malbat despêke cejna gel şehîden xwe ya şoreşa Jin Jiyan Azadî û goristanên paqij kirin.
Li Başûr Kurdistanê çend roj berê jî ciwanan goristanên Şehîdan paqij kirin û li Bakure Kurdistanê ji saziyên û gel serdana Şehîden xwe kirin.