ZURÎCH – Ciwanên endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) û TekoJIN (Jinen Ciwanên Tekoşer) piştgirî dan kampanyaya şandina kartpostalên ji Rêber APO re ku di çarçoveya Pêngava ” Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” ku di 10ê Cotmeha 2023 de dest pê kir hatibû destpêkirin.
Ciwanên ku di çarçoveya pêngava ji bo Rêber APO ê di pergala îşkenceya Îmraliyê de dîl hatiye girtin û 37 meh in agahî jê nayê girtin, kartpostal şandin Îmraliyê, piştî şandina kartpostalê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniya çapemeniyê de ciwan; Tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO şermezar kirin û destnîşan kirin ku heta azadiya fizîkî ya Rêber APO pêk were dê li qadan têbikoşin.
Her wiha ciwanan bang li hemû ciwanên Kurdistanê kirin ku li dijî êrîşan têbikoşin.