NAVENDA NÛÇEYAN – Îro salvgera wefata dayika Dayîka Uweyş e. Dayê Uweyş, dayika Rêber Apo ye. 11 Nîsana 1993’an ji ber kriza dil koça dawî dike.
Rêber APO di derbarê dayika Uweyş de li pergala tecrîd û îşkence Îmraliyê de helbestek nivisand:
“Ji bo jiyana bi te re, Divê aşêfa tevahî gihayên xirab ê ji dema
Adem û Hawa ve li navbera me hatine çandin, bê jêkirin.
Ew dîwarên di navbera me de hatine hildan, werin rakirin.
Ji bo vê divê çîna pêşî, dager-qadiya pêşî, mêrtiya derewkar û zalim bê têkbirin.
Û divê ew agirê şaristaniyê dizîbû, dîsa were wergirtin.
Min bi qasî Prometûsan berdêl dayî, şerek daniye ber xwe.
Min cîhan li hemberî xwe dît.
Li welatê Promete bi bêbextî û xayînî ez dîl hatim girtin.
Ey dayîka pîroz û jina eşqê. “
Rêber APO